Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê: Divê hesab ji rejima Îranê bê xwestin

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê kuştina Jîna Emînî şeremzar kir û banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir.

Partiya Aştiyê têkildarî kuştina Jîna Emînî daxuyaniyek da û wiha got: “Sicila rejîma Îranê tijî binpêkirin, sûc û qirkirin e, nexasim li dijî gelên ku maf û azadiya xwe dixwazin.

Ev rejîm bi mask û diruşmên olî-mezhebî xwe vedişêrin.

Yên herî zêde zirarê dibînin jin in, bi taybet jî jina azad a xwedî vîna ku koletiyê qebûl nake.

Kuştina Jîna Emînî û bûyerên berê bi ser jinên Kurd bi destê rejîma dewleta Tirk û bi serê jinên êzidî bi destê DAIŞ’ê pêk hatine, heman rêbaz û sûc e.”

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê wiha bi dawî kir: “Pêdiviya sûcê kuştina Jîna Emînî ne tenê bi şermezarkirinê heye.

Lê belê pêdivî bi destwerdaneke cidî ji hêla NY, rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî heye ku lêpirsîneke berfireh bidin destpêkirin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Back to top button