Tevî topbarana dagirkeran xwendekarên li nêzi eniyên şer di xwendinê de bi israr in

Li herêmên nêzî eniyên şer ên Til Temirê ya kantona Hesekê zêdetirî 4 hezar xwendekar dixwînin.
Tevî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, xwendekar ji bo domandina xwendina xwe bi israr in.
Xwendekaran diyar kirin ku armanca êrişan tunekirina hebûna wan in û gotin:
“Em ê xaka xwe nahêlin û bi temamkirina xwendina xwe dê parastina wê bikin.”

Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2022-2023`yan re, tevî topbarana dewleta tirk, li herêmên nêzî eniyên şer dibistantan bi xwendekaran tijî bûn.

Li herêmên nêzî eniyên şer ên Til Temirê ya kantona Hesekê zêdetirî 4 hezar xwendekar di 15 dibistanen de dixwînin.

Xwendekar ji bo domandina xwendina xwe bi israr in

Der barê êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê de xwendekara bi navê Hemrîn Selah Îbrahîm axivî

Hemrînê diyar kir tevî topbaranên domdar ên dewleta tirk, dîsa jî dibistanan deriyên xwe vekirin û got:

“Em pir kêfxweş in ku em bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibin.”

Hemrîn Îbrahîm diyar kir ku vegera wan a li dibistanan bersiva gelê herêmê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk.

Xwendekarê bi navê Salih Dawrî jî têkildarî mijarê axivî û diyar êw e tucar ji dev xwendin û axa xwe bernedin.

Salih Dawrî dibêje ew baş dizanin ku dagirkeriya Tirk bi hedefgirtina dibistanan dixwaze hebûna wan tune bike.

Xwendekar ciwan Salih Dawrî ev bang li hêzên navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê bidin rawestandin.

Xwendekara bi navê Sêvîn Heysem Îbrahîm jî got:

“Êriş li ser herêma me hene û çend dibistan tên topbarankirin, lê nikarin me ji çûna dibistanan bi dûr bixin.”

Back to top button