Li Rojava kuştina Nagîhan Akarsel hate şermezar kirin

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan ya Tirbespiyê kuşina çalakvan Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bûyera kuştinê wek komployekê li dijî jinên azad bi nav kir.

Meclisa Jinan bang li rêxistinên hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku zextê li hikumeta Tirk bikin û komkujiyên wê yên li dijî Kurdan rawestînin.

Daxuyanî ji aliyê endama meclisê, Yesmîn Xelîl ve li parka Kongra Star a li rojhilatê navçeyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku niha ew jinên ku zordestiyê nepejirandine û yên xwedî îradeya azad têne armac girtin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate bi bîrxisitn ku ji ber ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye, hedefgirtina çalakvanên jin zêde bûye.

Di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê ya (NY) hate kirin ku fişarê li hikumetên faşîst bikin û kuştina jinan rawestînin.”

Back to top button