YJA Star: Gûrbettelî Ersoz pêşenga jinan bû

YJA Starê Gûrbettelî Ersoz bi bîr anî û da zanîn ku şehîdên jin ên çapemeniya azad çavkaniya wan ya hêzê ne. YJA Starê got: ”Kesên li ser şopa Gûrbetellî Ersoz meşiyane, rastiyên mêtingeriya li Kurdistanê nîşanî civakê dane û em jî soza xwe ya ji bo zindîkirina wan di têkoşîna xwe de dubare dikin”.

Navenda Çapemeniya YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta Gûrbettellî Ersoz daxuyaniyek weşand.

YJA Star di daxuyaniyê de diyar kir ku dema ew şehîdên xwe yên jin ên çapemeniyê yên li ser şopa rêya heqîqetê ya Gûrbetteliyan bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku ew ê xeta çapemeniya azad bilindtir bikin.

YJA Star anî ziman ku Gûrbettelî Ersoz li Tirkiyê peywira desteya rêveberiyê ya rojnameya Ozgur Gundemê bi cih anî.

Gûrbettelî Ersoz bûye dengê wêrek ê gel û bûye semboleke girîng a pêşengtiya jinan.
Wê guhê xwe ji qîrînên azadiyê yên gel re negirtiye, bi berpirsyariyeke mezin a ronakbîriyê, nêzî pirsgirêka azadiyê bûye û bûye dengê qîrîna azadiyê ya gelê Kurd.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, di 7’ê Cotmeha 1997’an de Gûrbettelî Ersoz tevî komek jinan dema ji qada Zapê derbasî qada Garê dibû li Geliyê Sergelê şehîd bû.

Li ciha ku heval Gûrbettellî Ersoz şehîd bû, îro bi hezaran milîtanên azadiyê li hemberî kesên ku berê gelê Kurd didin şerê biratiyê, bi fedaî li ber xwe didin û şerekî mezin ê azadiyê dimeşînin.

Li hemberî hewldanên kesên li ser xeta îxanetê, meşa Gûrbetteliyan tu carî nehatiye sekinandin.

YJA Star: Şehîdên jin ên çapemeniya azad çavkaniya hêzê ne

Navenda Çapemeniya YJA Starê anî ziman ku jinên şehîd ên çapemeniya azad lêgerînerên heqîqetê ne ya li van xakan hatiye windakirin.

Şehîdên jin ên çapemeniya azad, meşaleya geş a rêya heqîqetê, di serkeftina şerê me yê heqîqetê de moral û hêza me ya sereke ne.

Wan di şert û mercên herî dijwar de şoreşgerî dikirin, dest ji kamera û pênûsên xwe bernadin

Em soza xwe ya ji bo zindîkirina wan di têkoşîna xwe de dubare dikin, em biryar û israra xwe tînin ziman ku em ê israra xwe ya bilindkirina ala wan di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidomînin.

Back to top button