Li Bajarê Tebqayê ji bo pîrozkirina 9. salvegera damezrandina Hêzên Ewlekariya Hindirîn, şahiyek hat lidarxistin.
Şahî li Şanogeha Şehîd Musenne Ebdil Kerîm, hat lidarxistin.
Di şahiyê de nûnerên rêveberiya sivîl a Tebqayê, Meclisên leşkerî, rûspiyên eşîran û endamên hêzên ewlekariya hindirîn, amade bûn.
Hevserokê Desteya Hindirîn a Bakur û rojhilatê Sûriyê Elî Heco di şahiyê de axivî.
Heco şehîdên hêzên ewlekariyê bi bîr anîn û salvegera avakirina hêzên ewlekariya hindirîn, pîroz kir û got:
“Ji bo ku herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê di nava ewlekarî û aramiyê de bijîn, hêzên me bi şev û roj dixebitin.”
Piştî axaftinan derbarê xebatên hêzên ewlekariya hindirîn de, sînevisyonek hat pêşandan.
Her wiha komên hunerî jî Stran û govend pêşkêş kirin.
Di dawiyê de jî spasname ji bo saziyên ewlekariyê hatin pêkêşkirin.