Bertekên gel yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didome .
Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd ê Almanyayê dimînin, ev êrîş bi lidarxistina mîtîngekê şermezar kirin.
Kurdistanî, li bajarê Dortmûnd ê Almanyayê hatin ba hev û bikaranîna çekên kîmyewî şermeza kirin ..
Bê navber dirûşma “Tirkiyeya Terorîst” hat berzkirin.
Bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, jiyan, azadî” piştgiriya gerîla hat kirin.
Jinên enternasyonalîst daketin qadan
Li bajarê Frankfûrt ê jî , jin ên enternasyonalîst li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî daketin qadan.
Sûcê şer ên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan hat şermezarkirin …