Hîna axaftina li ser lihevkirina muhtemel di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de di nava aliyên siyasî de hene.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa ji bo vê yekê dibêje :
“Nêzîkatiya di navbera Enqere û Şamê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser û binketina projeya neteweya demokratîk e .”
Gêlo Îsa diyar kir ku lihevkirin ji bo binketina projeya neteweya demokratîk e..
Îsa da zanîn ku hilbijartinên dewleta Tirk nêz bûne û berpirsên tirk hewl didin baweriyê û dengan qezenc bikin û got:
“Wê yekê bi îdiayên li çareyekê ji bo krîza Sûriyê digerin, dikin.
Her wiha hincetên derew diafirînin; ku her tiştê li hundirên Tirkiyê dibe bi sedama Kurdan e.
Lê krîza xwe ya aborî û doza gelê Kurd paşguh dikin.
Ez texmîn dikim ku di dawiyê Erdogan û alîgirên wî tevî plana wan a dagirkirinê hilweşin..”