Partiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derbarê êrişan daxuyanî dan

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî êrişên dewleta Tirk yên dagirkeriyê rastî bertekên mezin hat. Di serî de HDP, gelek partiyên Kurdistanî û demokrat ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bertek nîşan dan û gotin: Desthilatdariya Tirkiyê dixwaze tişta ku DAÎŞ’ê nikarîbû pêk bîne, temam bike. Partiyên siyasî bang li herkesî kir ku li dijî êrişan rabin ser pêyan.

Li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker, partiyên Kurdistanî û demokratîk yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bertek nîşan dan.

HDP: Em bang li Herkesî dikin ku li ber êrişan rabin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP êrişên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Bi bahaneya êrîşa bombeyî ya li Stenbolê, tê fêhmkirin ku lîstikeke tarî heye.

Eşkere ye ku ev desthilatdarî dixwaze tişta ku DAÎŞ’ê nekarî bike, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî temam bike.”

Di dewamê de HDP’ê kesên ku di êrîşan de şehîd bûn bi bîr anî û got, “Em bang li hêzên demokratîk û dijberên şer dikin ku êrîşê şermezar bikin û li dijî vê êrîşa neheq dengê xwe bilind bikin.”

HDP’ê ragihand ku ji bo nirxandina êrîşan, ew bi rengekî awarte sibe li hev dicivin.

DBP: Bi komployan dixwazin bingeha komkujiyan amade bikin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li ser hesaba xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û ku tê de hat gotin::

“Ev hêza ku hebûna xwe li ser înkarkirin û tunekirina kurdan dibîne, bi komployan hewl dide bingeha komujiyê amade bike.”

ESP: Li dijî êrişan bi rihê Kobanê rabin ser piyan

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî di daxuyaniya ku dayî de êriş şermezar kirin û got: “Bi mehan e Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî ‘sûcê şer’ dike

Artêşa tirk a mêtinger ku nekarî bi pêş bikeve, vê carê berê xwe da Rojava.”

HDK: Kobanê rûmet e, me parast û em ê biparêzin

Kongraya Demokratîk a Gelan (HDK) jî têkildarî êrişên hewayî bertek nîşan da û ev peyam da: “Ev êriş, li dijî Kobaniya ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê nirxên gerdûnî paraste û ji bilî zindîkirina DAIŞ’ê, ti armancên êrişê tune.

Kobanê rûmet e, me parast, em ê biparêzin!”

Back to top button