KCK: Li dijî êrişên dagirkeran rabin ser piyan

Komalên Civakê Kurdistanê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir. KCK’ê êriş weke amadekirina planeke nû ya dagirkirina Rojava binav kir û bang li gelê Kurd kir da ku li her deverê rabin ser piyan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên şeva 19’ê Mijdarê daxuyaniyek da.

KCK bi bîr xist ku di van êrişên hemwext de qadên gerîlla, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn armanc û got;

Dewleta mêtinger bi pêşengiya faşîmza AKP û MHP’ê ji bo qirkirina gelê Kurd, şevê din bi dehan cih û warên sivîl bombardin kirin.

KCK: Dixwazin plana qirkirina Kurdan temam bikin

Ev ne care pêşî ye ku dewleta faşîst bi êrişên wiha radibe.

Divê were zanîn ku derdorên van êrişan rewa nîşan didin wê bi ti awayî ji aliyê gelê me ve neyên qebûlkirin.

Eşkere ye ku dewleta Tirk çar aliyên Kurdistanê kiriye armancên êrişên xwe.

Ji bo plana xwe a qirkirina Kurdan temam bike, ji çekên kîmyewî bigrin heta balafiran, her cûreyên çekên giran bikar tîne.

Lê divê were dîtin ku gelê Kurdistanê jî qet stûyê xwe li hemberî van êrişan ne tewandiye û bê navber di nava berxwedanê de ye.

Ji niha û şûnde jî divê yek Kurd li hemberî van êrişan bê deng nemîne.

KCK: Amadekariya dagirkirina Rojava tê kirin

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk planeke nû ji bo dagirkirina Rojava amade dike û got; Êdî zelal bû ku êrişa Taksîmê ji aliyê desthilata faşîst ve hatiye organîzekirin.

Li gel vê yekê jî dewleta qirker êrişa Taksîmê kir hinceta êrişa li dijî Rojavayê Kurdistanê.

Ji vê niyeta wan a dagirkirinê derdikeve holê.

Ji wan ku bi dagirkirina Rojava re ew ê temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin.

Lewma pir girîng e ku her kes li dijî vê plana qirêj dengê xwe bilind bike.

KCK: Rûsya û amerîka destûr dane êrişan

KCK’ê ragihand ku hêzên cîhanî yên serdest jî hevkariya êrişên dewleta Tirk dikin û wiha dewam kir:

Di serî de Rûsya û Amerîka, hêzên hegemon destûr dane êrişên dewleta Tirk.

Ev hêz eşkere bûne hevkarên qirkirina gelê Kurd.

Hem li dijî dewleta qirker û hem jî hevkarên wê, divê gelê me li her qada rabe ser piyan û li Rojava xwedî derkeve.

Back to top button