HPG: Artêşa dagirker 17 caran çekên qedexekirî bikar anî

Ji şeva 19’ê Mijdarê ve, artêşa Tirk a dagirker êrişên azmanî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin.
Di van êrişan de bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî têne bikaranîn.
Tevî van êrişa jî çalakiyên bersivdayînê yên gerîlla kêm mabin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa dawî ya Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniya rojane da.

Navendê diyar kir ku berxwedana dîrokî ya gerîllayên wan planên dewleta Tirk pûç kir û got;

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hewl dide plana xwe a qirkirinê biser bixe.

Bêdengî û xemsariya hêzên cîhanî jî di vî warî de hêzê dide dewleta dagirker.

Artêşa Tirk 20’ê Mijdarê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî çeperên şer bombebardiman kir.

Her wiha 2 caran bi balafirên şer û 34 caran bi helîkopterên êrişî qadên gerîlla kir.

HPG: 5 Leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Têkildarî encama çalakiyên li dijî hêzên artêşa Tirk jî Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan:

Li herêma Zapê 20’ê Mijdarê dagirkerên li derdora qada Çemço bûn aramnca lêdana gerîlla.

Di çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Gerîllayên jin jî li heman qadê bi rêbaza sekvaniyên li hêzên dagirker dan.

Di encamê de leşkereke din hate kuştin.

Dîsa 20’ê Mijdarê li Qada Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê leşkerek hate kuştin.

Back to top button