“Parlamantoya Iraqê xwest peymana ewlehiyê ya li gel Tirkiyê bê betalkirin”

Parlamentoya Iraqê di 22 Mijdarê li ser êrişên dewleta Tirk û Îranê civiya. Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Iraqê jî ragihand ku ew li ser êrişên Tirkiyê û Îranê bi Serokwezîr re civiyan e.

Seyhud diyar kir ku parlamentoyê hinek biryar û erk peşkêşî hikûmeta Iraqê kir ku pêk bîne û yek ji van jî betalkirina peymana ewlehiyê li gel Tirkiyê e.

Her wiha Mimemed Seyhud ragihand ku parlemento hikûmet erkdar kir ku lijeneyeke bilind ji bo girtina tedbîrên bi riya Neteweyên Yekbûyî (NY)ava bike/

Iraq ê ji bo parastina sînorê xwe biryaya amadekirina planekê da

Li aliyê din, Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Iraqê girêdayî êrişên Tirkiyê û Îranê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî re civiya.

Encûmenê piştî civînê daxuyanî da û got: “Encûmenê qala êriş û binpêkirinên Tirkiye û Îranê yên li ser sînorê Iraqê kir.

Bi taybet ew bombebaranên ku li Başûrê Kurdistanê bûye sedema welatî jiyana xwe ji dest bidin û ziyan bi mal û milkê wan daye.

Biryar heye ku planek ji bo veguhestina hêzê li ser sînorê Îran û Tirkiyê were amadekirin.

Back to top button