Dewleta Tirk êrişî Rojava kir

Komîteya Belgekirina Binpêkirinan hemû sûcên ku dewleta Tirk kirine belge dike.
Hevseroka komîteyên da zanîn ku ew hewl didin li dijî dewleta Tirk dozekê vekin.

Dewleta Tirk 6 rojin bê navber êrişî herêmê dike.

Di van rojan de gelek sûc û komkujî pêk hatin.

Şeva 19’ê Mijdarê dest bi êrişên dijwar kir.

Û hema wê şevê li Dêrikê komkujî li dijî welatiyan pêk anî.

Di nav de nûçegihan ANHA Îsam Ebdullah, 12 welatî şehîd bûn.

Ji Dêrik heta bi Şehbayê li herê derê da.

Dever wêran kir, êrişî jin û zarokan jî kir.

Sazî, nexweşxane, dibistan û navendên betrolê kir armanc.

Bi balafirên şer û her cûre çekên giran herêm bombebaran kir.

Herî dawî, 25’ê vê mehê li Qamişlo li erebeyeke welatiyan da.

Li hember vî gelî, çekên qedexekirî jî bi kar anî.

Bikaranîna van çekan bi dîmen hatin belgekirin.

Ev dîmen yên gundê Tatmereş ê navçeya Şerayê ye.

Li vir bombeyên fisfor li dijî xelkê wî gundî bi kar anî.

Ji bo ku sûcên wî neyên belgekirin, êrişî rojnamevanan jî kir.

Tevî vê jî gelek kar û xebat tê kirin da ku ev sûc werin belgekirin.

Komîteya Belgekirina Binpêkirinan di vî warî de xebatê dimeşîne.

Hevseroka Komîteya Belgekirina binpêkirinan – Viyan Eyûb

Erka komîteyê belgekirin û erşîvkirina hemû sûcên dewleta Tirk li dijî herêmê ne.

Demên dawî êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bûne.

Bi balafir û topan herêma tijî sivîl dike armanc..

Tişta ku dewleta Tirk dike binpêkirina hemû yasayên navneteweyî ne.

”Em ê li dijî dewleta Tirk dozekê vekin”

Komîte hewl dide li pêşiya dadgehên navnetweyî li dijî dewleta Tirk dozan veke.

Armanca sereke ya komîteyê ew e ku li dadgehên navneteweyî dozê li dijî Tirkiyê veke.

Ji bo lidarxistina van dozan, divê gelek şert pêk werin û demeke dirêj pêwîste.

Em niha hewl didin mekanîzmeyekê peyda bikin ji bo dest bi van girtekan bikin.

Da ku di pêşerojê de û di demeke nêz de, doz li dijî Tirkiyê vekin.

Tevî ku hemû sûcên dewleta Tirk belgekirî ne jî, lê heya niha cîhan bê deng e.

Back to top button