Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: CPT ti hevdîtin bi Rêber Ocalan re nekiriye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyeke ragihand ku Rêber Ocalan bi CPT’yê re hevdîtin nekiriye û got:
“Divê CPT derbarê serdana xwe ya Girava Îmraliyê agahdariyê bike”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang kir divê tecrîd were qedandin û serdan demildest pêk werin

Ev du sal in bi tه awayî agahî ji rêber Apo nayê girtin û tecrîdeke giran heye….

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi serdana CPT ya di meha Êlona 2022 li Îmraliyê hat kirin û hat gotin:

“Têkildarî şert û mercên ku muwekîlê me tê de ye, agahiya me nîne”

Rayedarên CPT li ser şert û mercên Rêber Apo tu agahiyek nedane û bersiv nedan pirsên me.

Me bihîst ku di dema serdanê de Birêz Ocalan hevdîtina bi CPT re red kiriye.

Mixabin di hevdîtina bi CPT re me rewşeke berevajî vê agahiyê piştrast nekirine.”

Di dewana daxuyaniyê de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got:

“Hem li gorî navxweyî û hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî nabe ku girtîgehek bi temamî ji derve re bê girtin.

Nabe ku danûstandina girtiyekî bi parêzeran û malbatê re bi temamî bê birîn. ”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bal kişande ser şert û mercên li Îmraliyê ku gelek binpêkirin lê tên kirin û wiha dewam kir:

“Ji ber van sedeman, hem serdana dawî ya CPT’yê û hem jî hevdîtina me ya dawî ya bi CPT’ê re, li şûna ku fikarên me kêm bikin, fikarên me zêdetir kiriye.

Divê CPT derbarê serdana xwe ya Girava Îmraliyê de agahdariyê bike, ev jî ji ber nirxên wê yên sazîbûnê û hiqûqa navneteweyî hewce dike. ”

“Divê tecrîd were qedandin û serdan pêk werin”

Di dawiyê de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang kir ku divê tecrîd were qedandin û serdan demildest pêk werin..

Back to top button