KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK’Ê: EM Ê TÊKOŞÎNA DAYÎKÊN AŞTÎXWAZ MEZIN BIKIN

Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê êrîşa polîsên AKP’ê li dijî çalakiya hefteya 700’î ya Dayikên Şemiyê şermezar kir..

KJK’ê ji bo xwedîderketina li têkoşîna mafdar a dayîkan banga xurtkirina têkoşînê kir..

Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê têkildarî êrişa polîsên dewleta Tirk li dijî çalakiya Dayîkên Şemiyê daxuyaniyek da..

KJK’ê bi bîr xist ku li gel hemû zext û êrişan jî çalakiya Dayîkên Şemiyê veguheriye têkoşîneke rêxistinbûyî û wiha dewam kir:

Dayîkên aştîxwaz 23 sal in li qadan pirsa aqûbeta zarokên xwe yên wendakirî dikin.

Ew bi vê helwesta xwe bûn sembola wêrekiriya li dijî faşîzmê.

Rêjîma AKP’ê bi êrîşa li dijî dayikan rûyê xwe yê şerxwaz careke din nîşan da.

Polîsên AKP’ê bi rêbazên herî hovane êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kirin.

Di vê êrişê de dayîka 82 salî hat binçavkirin.

Bi vê yekê re qirêjiya rêjîma AKP a talanker û diz derket holê.

Dewleta çete a AKP’ê bi êrîşa li dijî dayikan, dijminahiya xwe a li gel jinan raxist ber çavan.

Ji serkêşên vê rêjîma kujer, Suleyman Soylu fermana êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê da.

Soylu bi vê fermanê eşkere kir ku ew bixwe serçete û berpirsê windakirina mirovan e.

Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê ragihand ku yekane rêya bidawîkirina êrîşa dewleta faşîst û çete ya AKP’ê, geşkirina têkoşînê ye û wiha dewam kir:

Divê were zanîn ku li hemberî hêvî, biryardarî, wêrekî û lêgerîna aştî û azadiyê ya dayikan, wê AKP têk biçe.

Bi sekna têkoşer a jin û dayikan wê mirovahî bi ser bikeve.

Lewma ji bo ronîkirina rastiyê, divê em li her deverê çalakiyên xwe mezin bikin.

Ev yek jî wê bixwedîderketina li çalakiya Dayîkên Şemiyê pêk were.

Leave a Reply

Back to top button