Tevgera Azadî: Rêber Apo ji bo me xeta sor e

Li Başûrê Kurdistanê Tevgera Azadî bi amadebûna gel û rewşenbîran têkildarî rewşa Rêber Ocalan daxuyaniyek girseyî da û gotin: “CPT û faşîzma AKP-MHP di ber her rewşeke neyînî ya Rêber Ocalan û hevalên wî de berpirsyarin.”

Ji ber tecrîda giran a li Îmraliyê li Başûrê Kurdistanê bertek zêde dibin

Tevgera Azadî bi amadebûna gel û rewşenbîran têkildarî rewşa Rêber Ocalan daxuyaniyek girseyî da û gotin:

“CPT û faşîzma AKP-MHP di ber her rewşeke neyînî ya Rêber Ocalan û hevalên wî de berpirsyarin.”

Tevgera Azadî ji hemû gelê Kurd û azadîxwazan xwest li beramber vê rewşa metirsîdar ya Îmraliyê de xwe berpirsyar bibînin û got:

“Divê her kes bikevin nava liv û tevgerê de, bi rêya çalakiyan zextê li dewleta Tirk û CPT’î bikin heya Rêber Apo parêzer û malbata xwe bibînin û em ji rewşa wî agahdar bibin.”

Hizba Şûî ya Kurdistanê: Em jî tevlî pêngava azadî ji bo Ocalan dibin

Di çarçoveya Pêngava ‘Azadî bo Ocalan’ û negirtina agahiyan derbarê jiyan û tendûristiya Rêber Ocalan de Hizba Şûî ya Kurdistanê helwesta xwe eşkere kir.

Berdevkê Hizba Şûî Sûphî Mehdî diyar kir ku ew jî weke hizb tevlî pêngavê dibin û got:

“Em jî beşdarî pêngava navnetewî ya azadî ji bo Ocalan dibin.

Daxwazê ji hemû azadîxwazên cîhanê jî dikin ji bo azadiya Ocalan zextê bikin.”

Welatiyên Ranya tecrîda li dijî rêber Ocelan şermezar kirin

Welatiyên Ranya jî bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîdê hate kirin û gotin bi temamî peywendî bi Rêber Apo re qut bûye.

Welatiyên Ranya danxuyakirin ku di şexsê Rêber Ocalan de dixwazin bi tecrîdê hemû gelê Kurd û xeta azadîxwaz teslîm bigirin.

Ji bo rakirina tecrîdê jî welatiyên Ranya bang li gelê Kurd û hemû mirovên azadîxwaz kirin dest bi çalakiyan bikin û zextên pêwîst li dewleta Tirk bikin.

Back to top button