Yekîtiya Ewropayê wê gelek penaberan dersînor bike

Endama Karûbarên Navxweyî ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ylva Johansson li Brukselê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku kesên daxwaza wan a penabertiyê nehatiye qebûlkirin wê bişînin welatê ku jê hatine. 

Ylva Johansson teqez kir ku sala 2022’an li 27 welatên endamên YE’yê hejmara penaberiyê li gorî sala borî ji sedî 50 zêde bûye û gihiştiye 920 hezarî

Endama Karûbarên Navxweyî ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê got:

“Li YE her sal ji bo 300 hezar kesan biryara vegerandinê tê dayîn lê bi tenê 70 hezar kes tên vegerandin.

Divê em vê hejmarê zêdetir bikin.”

Stratejiya ku ji aliyê Komîsyona Ewropayê ji bo vegerandina penaberan hatiye amadekirin, wê pêşkêşî civîna Wezîrên Karên Navxweyî ên welatên endamên YE’yê were kirin.

Ev civîn ew ê vê hefteyê li Stockholmê were lidarxistin.

Li gorî daneyên Komîsyona Ewropayê ku saziya herî bilind a Yekîtiya Ewropayê ye, rêjeya penaberên dersînorkirî yên li seranserê YE’yê sala 2021’an ji sedî 21 bû.

Back to top button