Yek ji bajarên ji erdhejê herî zêde bandor bûyî, Hatay bû.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê girtî ji bo birevin serî rakirin.
Leşkerên dewleta Tirk jî bi çekan bersiva vê serî rakirinê dan û 3 kes hatin kuştin.
Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan ragihand ku li Saziya Înfaza Cezayê ya Girtî ya Tîpa T ya Hatayê ya ku erdhejê bandoreke zêde lê kirî, girtiyan serî rakirin.
Leşkeran jî bi çekan êrişî girtiyan kir û 3 ji wan hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin,
“Ji ber hin mehkûm û girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hatayê hewl dan birevin û piştre agir pêxistin, di çarçoveya rêgezên qanûnî de ji bo pêşîgirtina li revê, vemirandina şewatê û temînkirina agir midaxeleyên pêwîst hatin kirin.”
Kuştina girtiyan jî weke parastina ji bo girtiyan hate destnîşankirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Di encama mudaxeleyê de hewldana revê hat astengkirin, şewat hat vemirandin û ewlehiya girtî û mehkûman hat temînkirin.
3 ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.”
Têkildarî bûyera girtîgeha li Hatayê lêkolîn hat despêkirin
Hat diyarkirin ku di derbarê bûyerê de, Wezareta Dadê û kontrolkarên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ji aliyê Wezîrê Dadê ve hatine wezîfedarkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku agahiyên tecawizkirina mehkûmên/girtiyên jin ên li saziya înfazê û sûcdariyên din bêbingehin.
Girtî piştî şewata li girtîgehê û zeiyana rûdayî, sewqî girtîgehên din hatin kirin.