Hiqûqzan Mahmût Şakar diyar kir ku helwesta CPT’iyê di dewamkirina îşkenceya tecrîda li Îmraliyê de bi bandor e û got: “Heke AKP-MHP di hilbijartinê de têk biçin, divê hikûmeta nû ku were avakirin binpêkirina mafan a giran li Îmraliyê bi dawî bike.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in dewam dike.
Ji du salan zêdetir e tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî nehatiye girtin.
Hevdîtina malbatan û parêzeran bi her awayî tê astengkirin.
Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar helwesta CPT’iyê ya derbarê tecrîda Îmraliyê de axivî û diyar kir ku her çiqas CPT li dijî îşkenceyê hatibe avakirin lê di mijara li Îmraliyê de bêdeng dimîne.
Şakar: Divê CPT’î vê rewşa awarte bibîne
Şakar tecrîda li ser Rêber Ocalan bi bîr xist û got:
“Ev rewşek ne asayî ye ev rewşek awarte ye.
Ji destpêkê ve daxwaza me ya sereke ew bû ku CPT li dijî vê rewşa awarte û gelekî xeter hem di warê siyasî û hem jî di warê hiqûqî de însiyatîfekê li pêş bixe.”
Di dewamê de bal Kişand ser serdana dawî ya CPT’yê ya Tirkiyê û wiha got:
“Parêzerên wî, malbata wî û tevahî gelê kurd û raya giştî ya demokratîk ji CPT’yê xwestin ku daxuyaniyê bide.
Hem ji ber ku rewş awarte ye, em li derveyî pêvajoyên rûtîn ji CPT’yê helwestek hêvî dikin.”
Şakar: Di vê hilbijartinê de pêwîste binpêkirina mafan li Îmraliyê rabe
Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar di dawîyê de bal kişande ser girîngiriya hilbijartinên îsal yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û got:
” Hilbijartinên ku dê 14’ê Gulanê de bên kirin û heke AKP-MHP têk biçe, divê hikûmeta nû ku bê avakirin vê binpêkirina mafan a mezin li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ji holê rake û hêviyên wan ên bi vî rengî hene. ”