57 Malbatên li kampa Holê vegeriyan warê xwe

Rêveberiya Xweser di çarçoveya vegera bi dilxwazî ya koçberên li kampa Holê de, 57 malbatên Minbicî vegerandin warê wan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo koçberên Sûriyê yên li kampa Holê ku dixwazin vegerin warê xwe, 10’ê Cotmeha 2020’î biryarek dabû.

Ev biryar di civîna li gel endamên MSD’ê, Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn hate dayîn.

Civîn 5’ê Cotmeha heman salê hatibû lidarxistin.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya pêkanîna biryarê de, 57 malbatên minbicî ku ji 219 kesan pêk tên, vegerandin warên wan.

Li gorî berpirsên nivîsgeha derketina ji kampa Holê, ev beş a yekemîn a îsale û heta niha 43 beş jê derketine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dema vegera malbatan de refaqatê jê re dike.

Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye.

Bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên xwedî îdeolojiya tundraw lê hene.

Li gorî daneyên dawîn ên ku di Tebaxa 2022’an de hatine wergirtin, li kampê 27 hezar û 816 penaberên iraqî, 483 koçberên Sûriyê û 8 hezar û 91 malbatên DAIŞ’ê hene.

Back to top button