Li Kuweytê welatî ji bo hilbijartina pêşwext çûn ser sindoqan

Li Kuweytê ji ber pirsgirêka di navbera hikumet û endamên meclisê de, di nava 3 salan de, cara 3. welatî diçin ser sindoqan.

Piştî hilbijartinên Meclîsa Neteweyî ya li welatê Kendavê Kuweytê ku di 19’ê Adarê de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Kuweytê ve hatibû betalkirin, îro dîsa gel diçin ser sindoqan.

Xebatên dengdayînê yên ji bo hilbijartina 7’emîn a 10 salên dawî li gorî saeta herêmî saet 08:00’an dest pê kir.

Li welat bêtirî 793 hezar kes mafê xwe yê dengdanê heye.

Di encama dengê werin dayîn de, wê 50 parlamenter werin hilbijartin.

Di hilbijartinan de 13 jê jin 207 berendam ji bo dema 4 salan hevrikî kirin.

Ev hejmar ji sala 1996’an ve weke hejmara herî kêm a namzetan di hilbijartinên giştî de hate ragihandin.

Tê payîn ku encamên hilbijartina ku wê li gorî saeta herêmî saet 20.00’an bi dawî bibe, sibe bên eşkerekirin.

Parlamentoya Kuweytê hatibû jinavbirin

Di mehên borî de Dadgeha Destûra Bingehîn a Kuweytê encamên hilbijartinên parlemanî yên sala 2022’an betal kiribû.

Dadgehê biryar dabû ku parlamento wek sala 2020’an be.

Emîrê Kuweytê Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabir el-Sabah meha borî banga hilbijartinên pêşwext kiribû.

Back to top button