Blinken: Berfireh kirina herêmên cihûyan li pêşiya aşitiyê astenge

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civîna de diyar kir ku berfirehkirina wargehên Cihûyan zirarê dide şansê çareseriya pirsgirêkan.

Komîteya Têkiliyên Gel a Amerîka-Îsraîl (AIPAC) ku weke rêxistina lobiya cihû ya herî bi hêz a DYA’yê tê naskirin, civînek li darxistin.

Antony Blinken, di civînê de axivî û diyar kir ku li herêmê cihû tê de bicih bûne li pêşiya aştiyê asteng in.

Blinken careke din teqezî li ser pabendbûna DYA’yê ya ji bo ewlekariya Îsraîl û çareseriya dudewletî ya di pirsgirêka Rojhilata Navîn de kir.

Blinken daxuyakirin ku ger Îsraîl gavên ber bi îlhaqkirin (binpêkirin) an jî xirabkirina statukoya cihên pîroz bavêje wê şansê serkeftina çareseriya kêm bike.

Ev gotinên Blinken di civînê de rê li ber bêdengiyê vekir.

Back to top button