Dewleta Tirk hewl dide pergala tecrîdê belav û mayînde bike

Hikumeta Tirk dixwaze bi rêya girtîgehên tîpa nû sîstema tecrîdê belav û mayinde bike.

Girtîgehên bi Tîpa Y ku heta niha 13 heb hatine vekirin.

Ew bûne qadeke welê ku tecrîda mutleq tê ferzkirin.

Girtî li hucreyên yek kesî têne hiştin.

Rojane tenê saet û nîvekê hewayê distînin û mafên wan têne desteserkirin.

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem ÇHD’ê Naîm Emînoglû dibêje:

“Sîstema girtîgeha jîlet a li Ewropayê, li ser girtîgehên siyasî tê bicihanîn.

Li Tirkiyeyê niha nêzî 25 girtîgehên bi vî rengî hene.

7 Tîpên Y ku her yek ji wan ji bo 300 kesî ye, nêzî 10 heb jî Tîpa S hene.

Tîpên S ji bo 500 kesî ne.

Bi kurtasî hejmara mehkûmên niha têne ragirtin nêzî 10 hezar kesî ye.

Ev tê wê wateyê ku 10 hezar mirov li hucreyên yek kesî de têne ragirtin, têne tecrîdkirin.”

Parêzer Demîr: Rewabûna CPT’yê hatiye asta lêpirsînê

Back to top button