Sibe salvegera 9’an a Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî civaka Êzidî ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û TEV-DEM’ê bi daxuyaniyên cuda şehîdên Fermana 74’an bi bîr anîn.
Bang li civaka navneteweyî, NY hate kirin ku berpirsyariyên xwe li hember civaka êzidî pêk bînin û komkujiyê weke jenosîd nasbikin.
Di salvegera 9’emîn a komkujiya Şengalê de peyam tên weşandin.
Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şehîdên Fermana 74’an bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di ser vê qetlîamê re 9 sal derbas bûn û hîn jî kesên winda û gorên komî hene.
Heta niha jî sûcdar û alîgir wê li dervayî darazê ne.
Rêveberiya Xweser behsa rola YPG, YPJ herwiha desteka xelkê Rojava bo gelê êzidî kir û ev tişt anî ziman:
Bi derfetên kêm YPG û YPJ wê demê karîbûn korîdoreke mirovî vekin û bi hezaran Şingalî rizgar bikin.
Rêveberiya Xweser jî, tevî derfetên kêm hemû tiştên pêwîst pêşkêş kirin.
Rêveberiyê balkişan li ser êrişên ku niha li dijî Şengalê tên kirin ku wiha got:
“Bi zîhniyeta DAIŞ’ê û yên ku piştgiriyê didin vê zihniyetê, her roj êrîş li dijî sivîlên bêçek tên kirin.
Bêdengî û nebûna helwestên cidî di demekê de ku cîhana behsa azadî û mafên mirovan de, şerma mirovahiyê ye.
Dawiyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka Êzidî kir ku vegerin herêm û gundên xwe, dîrok, nasname û hebûna xwe biparêzin.