Li Kobanê akademiyeke footballê hat vekirin

Xewna gelek zarokane ku bibin lîstikvanên fotbolê û bi tîman re bilîzin.
Ji ber vê yekê, Lîstikgeha nebih bi alîkariya desteya werzîşê ya kobanê, akadimiya miştenûr Kobanê a footbullê vekirin.

Bi armanca avakirina derfetên perwerde û pêşketinê di warê fotbolê de akademî hat vekirin.

Akadimiya Miştenûr Kobanê, zarokên temenê wan ji 7 salî heta 13 salê digre.

Ev 2 mehin, dest bi perwerdekirina zarokan hatiye kirin.

Heta niha, zêdetirî 150 zarok tevlî akadimiyê bûne.

Her lîstîkvanek divê heya 5 sala perwerdê dewam bike, ji bo ku karibe di tîman de bilîzin.

Lîstikvanên ku ji vê akadimiyê derbiçin, dikarin bi tîmên bajarê kobanê û yên dervayî bajêr de jî bilîzin.

Ev akadimî bandoreke mezin li ser lîstîkvanan dike û wan ji riyên xerab dûr dixe.

Her wekî, parastina fîzîk û tendûristiya laş di mejiyê lîstikvanan de weke şansekî tê pêşxistin.

Back to top button