9 Sal di ser êrişa DAIŞ’ê li ser wargeha Mexmûrê re derbas bûn

9 sal di ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê re derbas bû.
Şêniyên Mexmûrê yên ku wê demê li dijî DAIŞ’ê mil bi milê gerîlayan di nava şerdebûn axivîn û gotin:”PDK wê demê ji her derê reviyan û gerîla ji Qendîlê hatin, Başûrê Kurdistan û tevahî cîhan ji êrişên DAIŞ’ê parastin.

Li ser êrişa DAIŞ’ê ya 6’ê Tebaxa 2014’an a li ser Wargeha Mexmûrê re 9 sal derbazbûn.

Pêşmergeyên PDK’ê wê çaxê weke Şengalê bêyî ku fîşekekê bi teqîne ji Mexmûrê reviyan.

Li Mexmûrê, tenê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya wargehê bi alîkariya gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ku ji Qendîlê hewara gel hatibû, amadebûn.

Piştî berxwedanekî dîrokî di 10’ê Tebaxa 2014’an de Wargeh ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin.

Şahidên êrişê: PDK wê demê jî, niha jî bi dijmin re ye

Şêniyên Mexmûrê yên ku di wê salê de li Mexmûrê dijî DAIŞ’ê şer kirî axivîn.

Ehmed Şehbazê ku ji destpêka êrişê heta roja dawî di nava şer de mayî.

Şoreş Didêrî jî ku di nava şer de mabû anî ziman ku xiyaneta Mala Barzanî piştî Şengalê xwe li Mexmûrê jî da der.

Back to top button