Şêniyên Tebqayê bi meşekê barxwedana QSD silav kir

Şêniyên Tebqayê bi meşekê berxwedana QSD’ê silav kir û diyar kirin ku QSD’ê tovê artêşa nîştimanî ye ku xak û tevahî pêkhateyên herêmê diparêze.

Bi armanca piştgirîdayîna QSD’ê û silavkirina berxwedana wan, gel di nava çalakiyan de ne.

Îro şêniyên bajarê Tebqayê bi meşekê berxwedana QSD silav kirin.

Meş li çerxerêya Meyselûn bi rêzgirtinê veguherî mîgîngê.

Li vir daxuyaniyek hat dayîn û bal hat kişandin ser rola QSD’ê ya rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û weha hat gotin:

“Em bi hêzên xwe re ne. Em li vir kom bûne da ku fedakariyên wan ên bi nirx bi bîr bînin.”

Tu hêzên mîna QSD xurtir nînin, QSD efsanên qehremiyê nîşan dan û modelek bêhempa ji mirovahiyê re pêşkêş kir.

Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku QSD û YPJ’ê çîroka serketinê ya yekemîn li Rojhilata Navîn e û ev tişt hat ziman:

“Ji vir, bi navê Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê û bi navê tevahî pêkhateyên Tebqayê em piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê re radighînin.

QSD’ê grantorê herî guncaw e ku dikare azadî, demokrasiya hevbeşî, pir rengî û siyasî pêk bîne.

QSD’ê tovê artêşeke nîştimanî ye, ku xak û rûmeta tevahî pêkhateyan diparêze.

Back to top button