Li Silêmaniyê du çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Rêveberiya Operasyonan ya Dezgeha Asayişa Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê du çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Rêveberiyê bi daxuyaniyê ragihand û got:

Hêzên me bi hemahengiya Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê du Operasyon lidarxistin.

Di encama operasyonê de du çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Rêveberiyê eşkere kir ku yek ji wan çeteyan berê di nav DAIŞ’ê de birîndar bûbû.

Niha ew çete bi fermana dadger bi madeya yasaya têkoşîna li dijî terorê tên ragirtin.

Iraq-Li Diyale 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Back to top button