Waşîngton: Pyongyang çeka bide Moskow, em ê di tevgerê de dudilî nebin

Civîna navbera serokên Koreya Bakur û Rûsyayê de, li Waşîngtonê ji nêz ve tê şopandin.
DYA ragihand ku eger Pyongyang ji Moskow re çekan bişîne, ew ê li pêşberî vê bêdeng nemînin.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ragihand, eger Koreya Bakur razî bibe çekan bide Rûsyayê, ew ê dudilî nebin ku gavên pêwîst bavêjin.

Berdevkê Wezaretê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Miller bi bîr xist ku her şandina çekan a di navbera Koreya Bakur û Rûsyayê de, wê gelek biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) binpê bike û destnîşan kir ku helwesta Amerîkayê ya di vê mijarê de zelal e.

Derbarê serdana Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bo Rûsyayê de jî Miller got,

“Em ê tiştên ku diqewimin bişopînin û ger hewce bike em ê dudilî nebin ku van kesan berpirsyar bibînin.”

Miller îşaret bi daxuyaniyên berpirsên Rûsî jî kir ku dikarin bi Pyongyangê re derbarê rakirina dorpêçên li ser Koreya Bakur de gotûbêj bikin.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Rûsya nikare bi awayekî yekalî cezayên Konseya Ewlekariyê ya NY li ser Koreya Bakur rake.

Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) ê, li ser heman mijarê helwest diyar kir.

Berdevkê Pentagon Tûggeneral Patrick Ryder di daxuyaniya çapemeniya rojane de, diyar kir ku hevdîtina Serokê Koreya Bakur Kim û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin “dibe ku li ser peymana çekan be”.

Ryder got,

“Em dizanin ku wê hevdîtinek bê kirin.

Bi qasî ku em fêhm dikin, di vê civînê de wê li ser danûstandina çekan pêk bê”.

Ryder bang li Koreya Bakur kir ku sozên xwe yên nedayîna çekan ji Rûsyayê re bi cih bîne, diyar kir ku ev yek wê “ji bilî dirêjkirina şerê nehewce” li Ukraynayê tiştek neke.

Back to top button