Li Kerkûkê serçeteyekî DAIŞ hate girtin

Dezgeha Asayişa Başûrê Kurdistanê, girtina serçeteyekî biyanî yê DAIŞ’ê ragihand.

Rêveberiya Operasyonên Dezgeha Asayişa Başûrê Kurdistanê têkildarî girtina serçeteyekî biyanî yê DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Rêveberiya Operasyonên Dezgeha Asayişa Başûrê Kurdistanê bi hemahengiya bi Dezgeha Dijî Terora Iraqê re operasyoneke hevbeş pêk anîn.

Di operasyonê de, li parêzgeha Kerkûkê serçeteyekî biyanî yê DAIŞ’ê hatiye girtin.

Hate ragihandin ku çeteyê DAIŞ’ê yê ku hatiye girtin navê wî Ebû Bixarî ye û li nav çeteyan weke “Emîrê Biyaniyan” tê naskirin.

Back to top button