HPG: Di çalakiyên gerîlla de li Zapê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di salvegera 25’an a şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê de gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.
Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 3 pergalên kamereyên şopandinê hatin rûxandin.
HPG’ê ragihand ku çalakiyên wan ji bo bîranînên gerîllayên canbexş pêk hatine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîllayên wan ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê li hêzên artêşa Tirk dan.

Navendê diyar ku wan ev çalakî dîyarî gerîllayên canbexş kirine û ev agahî dan:

Li Rojavayê Zapê 7’ê Cotmehê gerîllayên jin pergaleke kamereyên şopandinê rûxandin.

Heman rojê li devera Girê Cûdî di encama çalakiyeke sekvaniyê de leşkerek Tirk hate kuştin.

8’ê Cotmehê dîsa li Girê Cûdî pergaleke kamereyên şopandinê hare rûxandin.

Li heman qadê, di çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên jin de, leşkerek artêşa Tirk hate kuştin.

Li Girê Amediyê jî gerîlla li çeperên artêşa Tirk da.

Di vê çalakiyê de leşkereke din hate kuştin û pargaleke kamereyên şopandinê jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 7 û 8’ê Cotmehê de artêşa gelek caran qadên gerîlla bi balafir û çekên qedexe bombardiman kir.

HPG: Li herêma Zapê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Back to top button