Mazlûm Ebdî: em ê rê nedin Rûsya guhartinekê di herêmê de çêbike

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî teqez kir ku ew ê rê nedin Rûsyayê ku guhartinekê di vê herêmê de çêbike.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji Deng Emerîka re axivî û got,
“Em nikarin xwe bispêrin Rûsya.”

Fermandarê QSD’ê diyar kir ku Rûsya hem alîgira Sûriyê ye û hem jî koordîneyê bi Tirkiyê re dike û got:

“Siyaseta Rûsya û alîgira wê ango rejîma Sûrî, ne ji bo parastina Kurdan e..

Berê tecrubeya me bi wan re heye li Efrînê, Rûsya rê da Tirkiyê ku qirkirneke nijadî pêk bîne. Lewra em nikarin di vî warî de xwe bispêrin Rûsyayê.”

Mazlûm Ebdî bir bîr xist ku, serokê Emerîkayê Trump gotibû, piştî vekişîna me wê Kurd lihevkirinekê bi rejîm û Rûsan re pêk bînin, da ku xwe biparêzin û anî ziman ku lê ev yek ne zelal e, ji ber ne layiq e em bihêlin Rûsya guhartinekê di vê herêmê de çêke.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê teqez kir ku tiştê dixwazin ew e ku hevsengî li ser erdê di navbera hêzan de çêbibe, ku ev yek dê garantiya çareseriya aloziya Sûriyê heya demeke dirêj bike.

Leave a Reply

Back to top button