Têkildarî vekişandina hêzên gerîla Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan jî peyamek bi dîmen ji gelê Mexmûrê şand û got: Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rola xwe ya pêwîst bi cih anîne û ew wezîfeya parastinê êdî radestî ciwanên wargehê dikin. Karayilan anî ziman civaka Mexmûrê ku li ser xeta Rêber Apo dimeşe, wê teqez bi ser bikeve.