Artêşa Tirk hêzên xwe li nav xaka Başûrê Kurdistanê zêdetir dike

Artêşa Tirk a dagirker bi hêzek nû sinorên Başûrê Kurdistanê derbas kir û li hin cihan hêza xwe bi cih kir.
Her wiha bi hevkariya PDK’ê dixwaze li Balekayetî baregehên nû yên leşkerî ava bike.

Li gor agahiyên ku di malpera Bexdad Elyum de hatine belavkirin, artêşa Tirk a dagirker di çend cihên nû yên sinorê Başûrê Kurdistanê re derbas bûne û hêzên xwe li hin deran bi cih kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, artêşa Tirk a dagirker li sinorê Zaxo û Batufa hêzên nû bi cih dike û li sinorê Rojavayê Kurdistanê li devera Mehmudiyê jî hêzên xwe bi cih dike.

Di çend rojên borî de artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dest bi avakirina baregehek leşkerî li devera Balekayetî ku dikeve nava kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê kiriye.

Bi salane dewleta Tirk a dagirker ji asîman û bejahî ve xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Li gor agahiyan nêzî 85 baregeh û navendên leşkerî bi hevkariya PDK’ê li nava kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê de avakiriye.

Back to top button