Piştî alozyek dirêj ya ji Hezîranê ve, di navbera Serokê Amerîka Biden û Serokê Çînê Xi Jinping de hevdîtin pêk hat.
Lîderan li ser avakirina peywendiyek leşkerî ya navbera herdu welatan de li hev kirin.
Biden got: Sedema sereke ya derketina aloziyan ji ber şaşfamkirinê ye.
Di rojeva lîderan de, gelek mijarên herdu welatan û cîhan eleqeder dike heye.
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA û Çînê de yek ji hevdîtinên pir kêm pêk tên, pêk hat.
Serokê DYA Joe Biden û Serokê Çînê Xi Jinping li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê civiyan.
Di hevdîtina nêzî 2 saetan dewam kir de, lîderan li ser peywendiyên her du welatan û rojeva Ukrayna-Rûsya û Îsraîl-Filistînê gotûbêj kirin.
Medyaya Çînê ragihand ku lîderan li hev kirin ku di hevdîtinê de peywendiyên leşkerî yên asta bilind vegerînin.
Peywendiya di navbera artêşên her du welatan de, 2022’an dema ku Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi serdana Taywanê kiribû qut bû.
Ji nûve avakirina diyaloga leşkerî jî di nav hêviyên DYAyê yên ji serdanê de bû.
Serokê Amerîkayê Biden piştî hevdîtinê li ser platforma medyaya tevna dijîtal X’ê peyamek parve kir û got,
“Ev yek ji hevdîtinên me yên herî çêker û berhemdar bû.”
Biden, piştre derket pêşberî çapemeniyê û destnîşan kir ku wan li hev kirine ku di navbera her du welatan de ji nûve peywendiyên leşkerî bê avakirin.
Biden got,
“Sedema derketina aloziyan şaş-fêmkirin in.
Lewma em li peywendiya rasterast, vekirî û zelal vedigerin.”
Biden anî ziman ku dê di navbera wî û Xi Jinping de xeteke rasterast a pêwendiyê were avakirin.
“Hûn hîn jî Xi wekî dîktator pênase dikin?”
Biden piştî axaftina xwe bersiva pirsên rojnamevanan jî da.
Rojnamevanek jê pirsî: “Hûn hîn jî Xi Jinping wekî dîktator binav dikin?”
Biden bersiva pirsê da:
“Binerin, ew li welatekî komînîst yê rêbaza xwe ya rêvebirinê ji ya me gelek cudatire, weke dîktatorekê ye.”
Piştî axaftina Biden ya Hezîranê ku Xi weke ‘dîktator’ binav kiri de, navbera rêveberiya herdû welatan de alozî derketibû.



