Li Sierre Leone yê Rojavayê Afrîkayê di êrîşa çekdarî de 20 kes mir

Li Sierre Leone yê Rojavayê Afrîkayê ew 2 rojin rewşa awarte hatiye îlankirin.
Çekdarên ku li êrîşî girtîgehê kiribûn nêzî 2 hezar girtî ji girtîgehan reviyan.
Her wiha di êrîşê de 20 kes jî mirine.
Berdevkê artêşê Issa Bangura ji Reutersê re got di nav kuştiyan de 13 leşker, 3 êrîşkar, polîs û sivîlek, xebatkarek ewlehiya taybet hene.

Li Sierre Leone yê Rojavayê Afrîkayê komeke çekdar êrîşî leşkergehekî kirin.

Di encama êrîşê de nêzî 2 hezar girtî ji Girtîgeha Pademe reviyan û li welêt qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Berdevkê artêşê Issa Bangura ji Reutersê re got di nav kuştiyan de 13 leşker, 3 êrîşkar, polîs û sivîlek, xebatkarek ewlehiya taybet hene.

Bangura da zanîn ku 8 kes birîndar bûne û 3 kes jî hatine girtin.

Serok Julius Maada Bio ragihand ku piraniya serkêşên êrîşên dawiya hefteyê hatine girtin.

Nêzî 2 hezar girtî ji girtîgehan reviyan

Wezîrê Ragihandinê Chernor Bah jî ragihand ku qedexeya derketina derve di navbera saet 21.00 û sibeha 06.00’an de dê heta daxuyaniyeke din berdewam bike.

Lê belê li paytext û seranserî welêt gelek kes ji ber bûyerên qewimîn ji malên xwe derneketin.

Li gorî rapora rewşê ya ku ji hêla rayedarên girtîgehê ve li welatê rojavayê Afrîkayê hatî parve kirin, piştî ku êrîşkar ketin hundir, nêzî 2 hezar girtî ji girtîgeha navendî ya Padema Road reviyan.

Di daxuyaniyekê de ji Associated Press re, berdevkê polîsê Sierra Leone diyar kir ku nêzîkî 100 ji girtiyan vegeriyane zindanan.

Bi serketina serokkomar bio ve li welêt alozî didome

Li Sierra Leone di meha Tebaxê de hejmarek zêde di nav de leşkerên di asta jor de bi tawanbariya “xerakirina aştî û aramiya welêt” hatibûn binçavkirin.

Li welêt hilbijartinên ku 24’ê Hezîranê hatibû lidarxistin, Serokkomar Bio careke din hatibû hilbijartin. Ji serketina Bio heya niha li welêt alozî didome.

Serokkomar Julius Maada Bio welatên Rojava ji bo derxistina tevlîheviyê tawanbar kiribû.

Back to top button