33 Malbat Serê Kanî li kampa tiwêna ya hesekê hatin bicihkirin

33 Malbat Serê Kanî û gundên Til Temirê, li Kampa Tiwêna ya bajarê Hesekê hatin bicihkirin.

Nûçegihanê me ragihand ku, piştî hemû dibistan ji koçberan tejî bûn, îro bi 33 malbat ango 145 kes li Kampa Tiwêna ya bajarê Hesekê hatin bicihkirin..

Li gorî berpirsên kampê, ev weke gava destpêkê ye û xebatên wan ji bo firehkirina Kampê dewam dikin..

Hat ragihandin ku, bi qasî 600 doniman ji bo vê kampê hatiye diyarkirin.

Nûçegihanê me ji eniyên şer ên gundên Til Temirê jî da zanîn ku, derketina xelkê ji ber êrîşên Dewleta Tirk hîna jî didome.

Ji roja dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser bakurê Sûrî re heta niha zêdeyî 300 hezar ji pêkhateyên herêmê koçber bûne.

Leave a Reply

Back to top button