
Berxwedana Rûmetê di roja 25’an de ye. Şerê di navbera hêzên dagirker û şervanên QSD’ê li gundê Um Işib bi giranî didome, QSD’ê hewldana çeteyan a ketina gundên Til Temirê têk bir. Dagirkeran li gundê Eyn El-Hawa yê navçeya Zirganê komkujî pêk anîn. Li gorî agahiyan çeteyan 4 sivîl kuştine.
Li gundê Um Işib ê di navbera Serê kaniyê û Dirbêsiyê de şerê di navbera şervanên QSD’ê û hêzên dagirker de didome.
Şervanan bersiva êrişan didin, li gorî agahiyên destpêkê di bersivdayîna şervanan de geleke çete reviyan.
Şerê li gund bi giran didome.
QSD’Ê HEWLDANA ÇETEYAN A DAGIRKIRINA GUNDÊN TIL TEMIRÊ TÊK BIR
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan bikevin gundên Sebatiya Yekem û Hewîşa yên 10 km dûrî navneda navçeyê dikevin.
Şervanên QSD’ê hewdana çeteyan a dagirkeriyê têk bir û çete neçar man paşde birebin.
LI GUNDÊ EYN EL-HAWA 4 SIVÎL HATIN KUŞTIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cilên rejîmê li xwe kirin û derbasî gundê Eyn El-Hawa yê herêma Zirganê bûn.
Artêşa dagirker û çeteyên wê li gund sivîl hedef girtin û 4 sivîl qetil kirin.
Her wiha leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giranêrişî gundê Qenteriyê, Dibis, El-Mesûdiyê yên girêdayê Girê Spî kirin.
Şervanên QSD’ê bersiva da van êrîşan. Şer demkî dewam dike.
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK BI DEHAN CIWANÊN GIRÊ SPÎ REVANDIN
Çeteyên arêtşa Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî jî bi dehan ciwan revandin.
Çeteyan hemû rêyên têketina bajar girtin.