Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê li darxist û plansaziya sala bê nîqaş kirin. Pişrî civînê Desteyê bi daxuyaniyekî biryarên ku hatine girtin ragihand.
Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya salê de plansaziya sala bê nîqaş kirin:
Di civînê de endamên desteyê, komîteyên girêdayî wê yên li Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor, Cizîr, Efrîn, Şehba û Firatê beşdar bûn.
Piştî civînê daxuyaniyeke hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di civîna salê ya desteyê de rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sedemên aloziya mirovî û dorpêa li ser herêmê hatin nîqaşkirin.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de ev biryar hatine giritin:
“Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin bidawîkirin.
Deriyê Yarûbiyê ya mirovî were vekirin.
Dorpêça li ser herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê were bidawîkirin.
Tevahî bendên Hevpeymana Civakî yên taybet bi Desteya Kar û Barên Civakî û xebata li ser wê ya 2024′an werin pêkanîn.
Piştgiriya manewî ji malbatên şehîdan re bê dayîn.
Li ser pêkanîna encamanameyên kongreya yekemîn a astengdaran were kirin û navendên astengdaran li tevahî kantonan werin aktîfkirin.
Piştgiriya kampan di aliyên perwerde, tenduristî û xizmetguzarî de were kirin.
Rêxistin ber bi kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve werin şandin.
Divê tevahî deste û komîte bi karmendbûna bi rêya nivîsgehên kar pabend bin.



