Li Dêrazorê Meclisa Rêxistina Al El Beyt hate avakirin

Rêxistina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Dêrazorê meclisa xwe ava kir.

Rêxistina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Kongreya Îslama Demokratîk ji bo avakirian Meclisa Al El Beyt li kantona Dêrazorê civîn li dar xist.

Di civînê de nûnerên ji El Sade El Eşraf a Al El Beyt a Dêrazorê û Rêxistina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kongreya Îslama Demokratîk beşdar bûn.

Rêxistina El Sade El Eşarif Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di konfernsa xwe ya 3’yê Hezîrana 2023’yan de biryar dabû ku komîteyên Al El Beyt li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin.

Di civînê de serokê Rêxistina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêx Sînan Sîdoş axivî û wiha got:

“Armanca rêxistinê nirxên mirovî geş bike, xizmetî mirovahî û îslamê bike.”

Piştî axaftinan li Dêrazorê Meclisa Al El Beyt ji 12 endaman hate avakirin.

Back to top button