Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Vejînek Ciwan” yekem Kongreya xwe dane destpêkirin.
Di Kongreya de Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Senem Erîş bi hêrs got: Me serê xwe netewand û natewînin. bi hêz û baweriya ciwanan emê tecrîd û faşîzmê hilweşîne.
Li Amedê 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Vejînek Ciwan” dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran ciwan tev li kongreyê bûn.
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Senem Erîş di kongreyê de axivî û hemû ciwanên azadî xwaz silav kir.
Senem Erîş anî ziman ku tevî hemû astengiyan jî kongreya xwe li dar dixin û wiha got:
Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda mutleq û îşkenceya psîkolojîk ji her demê bêhtir ferz dike.
Tevî hemû polîtîkayên şerê taybet jî em li vir in.
Têkoşîna me di pêvajoyeke girîng û dîrokî de ye û kesên ku vê pêvajoyê bi hêz dikin rêhevalên me yên di zindanan gireva birçîbûnê dane destpêkirin.
Endama Meclisa Ciwanan Senem Erîş diyar kir ku bi hêza ciwanan wê tecrîda li dijî Rêber Apo bê şkandin û wiha domand:
Ji ber ku Rêberê Apo ji serî heta binî tê wateya dij-takekesî, xwebirêxistinkirinê ye û şerê taybet li dijî wê bêçare mayî, Rejîma faşîst tecrîdê bêtir kur dike.
Gelo dema bicihanîna peywira pêşengtiyê ya ku Rêber Apo li me girtiye nehatiye.
Ez di wê baweriyê de me ku bi yekîtiya ciwanên kurd wê tecrîdê bê şkandin û faşîzmê parçe parçe bike.
Em bi israra xwe li virin dema gotinên wan qediya. Me serî netewand û dê netewînin.
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Senem Erîş banga bi hêzkirin û rêxistinkirina li ciwanên kurd kir û wiha bi dawî kir:
Ev kongre, gaveke nû û destpêkeke nû ya têkoşîna ciwanan e.
Divê tevahî ciwanên kurd bi ruhê vê baweriyê xwe rêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.



