Li Enqere û Stenbolê rojnamevanên Kurd hatin binçavkirin

Hemwextî êrişên li ser Medya Hebar û Stêrk TV vê sibê li bajarê Stenbol û Enqerê gelek rojnamevanên Kurd hatin binçavkirin.

Li Enqere û Stenbolê polîsan bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girtin.

Di encama serdegirtina malên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan hate binçavkirin.

Her wiha di serdegirtina malên li Stenbolê jî nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal,

Ji Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û Saliha Aras û xebatkara Çapemeniya Azad Yeşîm Alici hatin binçavkirin.

Tê payîn ku hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.

Back to top button