“Ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ’ê divê bi awayekî cidî piştgiriya QSD bê kirin”

Çalakvanên siyasî û Oldaran diyar kirin ku çareserkirina dosyaya DAIŞ’ê berpirsyariya civat û hêzên navneteweyî ye û gotin:
“Ji bo rê li pêşiya vegera DAIŞ’ê bê girtin, divê destpkê rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk bê girtin.
Divê Koalîsyon û hêzên navneteweyî bi awayekî cidî piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser bikin, ji bo ku dosyaya DAIŞ’ê çareser bikin.”

Di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD û Koalîsyona Navneteweyî de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hene.

Her wiha bi hezaran malbatên wan jî di 2 kampên cuda de ne.

Lê belê heta niha çiqas însiyatîf ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve ji bo çareserkirina dosyaya wan hatine pêşkêşkirin jî, tu dewletek an jî hêzeke navneteweyî piştgiriya wê nekiriye.

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê re, vê dosyayê ji bo civaka herêmê û civata navneteweyî, metirsiyên mezin çêkirin.

Herî dawî, gelek nîşane derketin holê ku çeteyên DAIŞ’ê amadekariyên vegerê dike.

Çalakvanê siyasî û endamê Rêveberiya Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Yasir El Kirdî der barê mijarê de axivî.

Yasir El Kirdî diyar kir ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî û dewletên ku wlelatiyên wan di nava çeteyên DAIŞ’ê de hene, ev mijar paşguh kirine û got:

“Bi vê paşguhkirinê re derfet ji DAIŞ’ê re çêdibe ku xwe ji nû ve ava bike.

Ji bo rê li pêşiya vegera DAIŞ’ê bê girtin, divê destpkê rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk bê girtin.

Divê Koalîsyon û hêzên navneteweyî bi awayekî cidî piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser bikin, ji bo ku vê dosyayê çareser bikin.

Ger wisa nebe, wê nekarin destkeftiyên di şerê li dijî terorê de hatine bidestxistin, biparêzin.”

“Gelek alî dixwazin bi rêya çeteyên DAIŞ’ê şerê Rêveberiya Xweser bikin”

El Kirdî anî ziman ku gelek armancên sereke yên vejandina DAIŞ’ê hene û wiha domand:

“Gelek alî dixwazin bi rêya wê şerê Rêveberiya Xweser bikin, vê projeyê têk bibin û tevliheviyê li herêmê derxin.”

“Hêzên navneteweyî berpirsên encamên vegera çeteyên DAIŞ’ê ne”

Serokê Meclisa Hevgirtina Al El Beyt a kantona Tebqayê Ednan El Ilêwî jî destnîşan kir ku ne koalîsyon û ne jî hêzên din naxwazin dosyaya DAIŞ’ê çareser bikin û got:

“Têkiliyeke xurt di navbera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê de heye.

Hêzên navneteweyî berpirsên encamên vegera çeteyên DAIŞ’ê ne.

Ez bang li her kesî dikim ku ji bo têkbirina xetereya DAIŞ’ê di radeya yekemîn de xwe bispêrin hêzên xwe.

Back to top button