Mamostayê Zanîngehê Aram Hewramî û Çavdêrê Siyasî Mihemed Hemereza diyar kirin ku serdana Erdogan ya ji bo Bexda û Hewlêrê çend planên qirêj digire nava xwe û gotin:
“Yek ji wan planan jî ew e ku hikûmeta Iraqê razî bike ku li kêleka hinek hêzên xwecihî li dijî Qendîl û gerîlayan komkujî pêkbîne.
Divê hêzên siyasî, partî û xelkên Başûrê Kurdistanê li dijî Tirkên faşîst bibin yek.”
Doh piştî 12 salan şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi şandeyeke mezin re serdana Bexda û Hewlêrê kir.
Rejîma Tirkiyê dixwaze di dagirkeriya xwe ya xaka Başûrê Kurdistanê de, Iraqê jî bike şirîkê xwe.
Mamostayê Zanîngehê Aram Hewramî û Çavdêrê Siyasî Mihemed Hemereza derbarê mijarê de axivîn.
Aram Hewramî diyar kir ku hemû êriş û bombeberanên welatên cîran ên li ser Başûrê Kurdistanê binpêkirina peymana navneteweyî ye û wiha got:
“Îran û Tirkiye bi berdewam xaka me bombebaran dike.
Niha dem hatiye ku hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bîne û serweriya xwe li qada navneteweyî biparêze.
Divê topbaran û bombebaran bi dawî bibin û rêz li yasayên navneteweyî were girtin.”
Çavdêrê Siyasî Mihemed Hemereza jî serdana Erdogan ya ji bo Bexda û Hewlêrê weke pêkanîna planên qirêj pênasekir û got:
“Yek ji wan planan jî ew e ku hikûmeta Iraqê razî bike ku li kêleka hinek hêzên xwecihî li dijî Qendîl û gerîlayan komkujî pêk bîne.
Li hemberî van her du mijarên girîng ên li Bexdayê, Erdogan zextê li Iraqê dike ku êrişî PKK, Şengalê û cihên din ên ku dixwaze bike.
Ger hikûmeta Iraqê vê yekê bike, wê gavek xwekujî be.”
Mihemed Hemereza anî ziman ku hinek Partiyên Başûrê Kurdistanê xwe teslîmî daxwazên dagirkeran kirine û gelê xwe di nava bombebaranek dijwar de hêlane û nirxandina xwe wiha bidawî kir:
“Hikumeta Iraqê baş dizane ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê serkêşiya çiyayên Kurdistanê bike baştire, da ku cendirmeyên Tirk dagir nekin.
Divê hêzên siyasî, partî û xelkên Başûrê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê bibin yek û nehêlin ku faşîst Erdogan planên xwe yên qirêj li Başûrê Kurdistanê pêk bîne.”
Ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê Erdogan li Bexdayê ye