HPG: Li Girê Amêdiyê dagirkerek hat kuştin

Li herêma Zapê di encama çalakiyek sekvaniyê de, leşkerekî dewleta Tirk a qirker hate kuştin.
Her wiha , sîstema kamera û mobessa hatin bêkêrkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyê ev agahî parve kir:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

22’ê Nîsanê li Girê Amediyê li dijî dagirkeran û sîstema kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê çalakî hate kirin.

Di çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.

Heman rojê li Girê Cûdî jî gerîlayan li dijî dagirkerên ku ketibûn nava liv û tevgerê çalakî pêk anîn.

Bi vê yekê re gerîlayan, rêneda dagirker li herêmê kamereyan bicih bikin.

23’ê Nîsanê jî li heman deverê bi sekvaniyê li sîstema kamera ya mobesse ya dagirkeran hate xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin bêkêrkirin.

HPG: Balafirên şer 13 caran qadên gerîla bombebaran kirin

HPG’ê eşkere kir ku ji di navbera 3 rojên derbasbûyî de, dewleta Tirk a qirker herêma Metîna, Rojavayê Zapê û Xakurkê 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Êrişa dagirkeriyê ya li ser Metînayê: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Back to top button