Îran li Sûriyê leşkerên xwe kêm dike

Îranê piştî êrişên Îsraîlê ya domdar li Sûriyê biryar da ku leşkerên xwe li Sûriyê kêm bike.
Her wiha Îran û Pakistan ku beriya demekê bi hev re nakok bûn, li dijî Îsraîlê bangeke hevpar li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin.
Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur ragihand ku Wezîrê Têkiliyên Aborî yên Derve Yun Jong Ho doh di serokatiya şandeke wezîran de bi rêya hewayî ji Pyongyangê derket û serdana Îranê kir.

Rêvebirê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman ragihand ku hêzên Îranî yên ku paşve vekişiyan, li şûna wan çekdarên Lubnanî û Îraqî yên ku Tehran piştgirîya wan dike, hatin guhertin.

Hat ragihandin ku Îranê piştî êrîşên ku Îsraîlê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê kêm kiriye.

Çavkaniyekî nêzî Hizbullahê bi bîr xist ku Îranê di şerê navxweyî yê ku ev zêdetirî deh sal in berdewam dike de piştgiriya leşkerî pêşkêşî hêzên hikûmeta Sûriyê kiriye.

Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser fermandarên Îranê di mehên dawî de bûne sedem ku Tehran ji nû ve şêweyê xwe yên hebûna leşkerî li herêmê biguherîne.

Îran û Pakîstan li dijî Îsraîlê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY kirin

Îran û Pakistan bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî Îsraîlê tevbigere

Du welatên cîran ên ku beriya demekê bi hev re nakok bûn, li dijî Îsraîlê bangeke hevpar li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin.

Daxuyaniya hevpar a her du welatan de hat gotin Îsraîlê ku hefteya borî êrîşeke tolhildanê li ser bajarê Îsfehan ê Îranê pêk anî û welatên cîran û navendên dîplomatîk ên biyanî kir hedef.

Arjantîn ji bo Wezîrê Îranê ji Înterpolê bultena sor derxist

Arjantînê ji Înterpolê daxwaz kir ku Wezîrê Karê Hundirîn yê Îranê Ehmed Vahîdî ji ber êrîşa bombeyî ya sala 1994’an a li navenda civaka cihûyan a li Buenos Airesê ku 85 kes miribûn, were girtin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Arjantînê de hat destnîşankirin ku li ser daxwaza Arjantînê Înterpolê ji bo girtina Vahidî bultena sor derxist.

Arjantîn Îranê bi êrîşa 30 sal berê tawanbar dike

Her wiha kesî berpirsyariya êrîşa 1994 an jî çareser nekir, lê Arjantîn û Îsraîl ji mêj ve guman dikin ku Hizbullah a ku Îran piştgirî dide êrîşê li ser daxwaza Îranê pêk aniye.

Dozger rayedarên payebilind ên Îranî bi fermana êrîşê tawanbar kirin, di heman demê de Tehran her rola xwe di bûyerê de red kir.

Dadgehê jî Hîzbullah sûcdar kir û êrîşê wek “sûcê li dijî mirovahiyê” bi nav kir.

Arjantînê berî niha ragihandibû ku Vahidî, berpirsê berê yê Pasdarên Şoreşa Îranê ye û yek ji plansazên sereke yên teqîna AMIA bû û daxwaza radestkirina wî kiribû.

Rayedarên Koreya Bakur serdana Îranê kirin

Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur ragihand ku Wezîrê Têkiliyên Aborî yên Derve Yun Jong Ho doh di serokatiya şandeke wezîran de bi rêya hewayî ji Pyongyangê derket û serdana Îranê kir.

Koreya Bakur û Îran ji mêj ve dihat guman kirin ku di bernameyên moşekên balîstîk de hevkariyê dikin.

Dibe ku pisporiya teknîkî û parçeyên ku di hilberîna moşekan de têne bikar anîn parve bikin.

Back to top button