Ermenîstan: Metirsiya qirkirinê li cîhanê didome

Di 24’ê Nîsana 1915’an de qirkirina Ermeniyan ji hêla Osmaniyan ve pêk hat.
Di vê qirkirinê de zarok, jin û temen mezin jî di nav de nêzî 1,5 mîlyon Ermenî tenê ji ber ku ermenî bûn hatine qetilkirin.
Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê bi wesîleya 109. salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî da û li
ser mijarê nirxandin kir.
Li aliyê din Serokê Amerîkayê Joe Biden bi wesîleya 24’ê Nîsanê Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Dema ku em şîna vê trajediyê digirin, berxwedana gelê Ermenî jî bi rêzdarî bibîr tînin.”

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê bi wesîleya 109. salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya wezaretê hat weşandin de wiha hat gotin:

“Em di 24’ê Nîsanê de şehîdên Qirkirina Ermeniyan a di destpêka sedsala 20’an de ji ber Împaratoriya Osmanî pêk hat bi bîr tînin û li ber bîranînên wan serî ditewînin.”

Wezareta Ermenîstanê diyar kir ku ‘ji sala 1915’an û vir ve di encama sûcên li dijî mirovahiyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin de zarok, jin û temen mezin jî di nav de nêzî 1,5 mîlyon Ermenî tenê ji ber ku ermenî bûn hatine qetilkirin.

Bi milyonan ermenî mal û milkên xwe winda kirin.”

Zêdetirî 150 hezar Ermenî bi zorê hatin koçberkirin

Her wiha Wezaretê bal kişand ku ‘sûcên li dijî Ermeniyan piştre bûne bingehê peymana navneteweyî ya bi navê Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Qirkirinê’ û got:

“Mixabin, tevî hewldanên piştî vê yekê jî, xetereya qirkirinê hê jî li cîhanê heye.

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê jî Qerebaxê bi bîr xist û ev daxuyanî da:

“Jixwe di sedsala 21’an de, di salên 2020-2023’yan de em bi diyardeyên nû û encamên polîtîkaya paqijiya etnîkî re rû bi rû ne.

Zêdeyî 150 hezar Ermenî ji ber şer, dijminatiya biyanî, sûcên nasnameyan, dorpêçkirin û bi darê zorê koçber bûne.

Kiryarên berdewam yên tirsandinê li dijî xelkê û ew neçar bûn ku welatê xwe yê dîrokî biterikînin.”

Joe Biden: Em şîna vê trajediyê digirin

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi wesîleya 24’ê Nîsanê Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî da.

Serokê Amerîkayê Biden got:

“Kampanyaya wehşetê di 24’ê Nîsana 1915’an de dest pê kir, dema ku rayedarên Osmanî li Konstantînopolê ronakbîr û pêşengên ermenî girtin.

Milyonek û nîv Ermenî hatin sirgûnkirin û qetilkirin.”

Dema ku em şîna vê trajediyê digirin, berxwedana gelê Ermenî jî bi rêzdarî bibîr tînin.”

Back to top button