Dr. Ciwan Hemî xelata zêrîn a Bile wergirt

Ev 18 salin xelata Bile ya di warê siyasî, nivîskî, têkoşîn û hunerî de li Silêmaniyê tê dayîn.
Îsal Dr. Ciwan Hemî xelata zêrîn a Bile ya 2024’an wergirt.
Ciwan Hemo bijîşkê yekemîn ê Rojavayê Kurdistanê ye ku xelata Bile werdigire.

Duh li Salona Hunerê ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 18’emîn merasîma dayîna xelatên zêrîn a Bile ku warê nivîs, siyasî, têkoşîn û hunerî de tê dayîn, hat lidarxistin.

Merasîm salane di salvegera wefata nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed de pêk tê.

Di merasîmê de kesên ji neteweyên cuda yên ji bo doza gelê Kurd xebat û têkoşîn kirine jî tên xelatkirin.

Îsal xelata 18’emîn pêşkêşî Dr. Ciwan Hemî yê ji Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Dr. Ciwan Hemî (52) ji gundê Talia yê Hesekê ye.

Dr. Hemî pisporê nexweşiyên hestiyan e.

Di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de wî xwe gihand çiyayê Şengalê û alîkariya birîndaran kir.

Ev xelat bi taybetî ji aliyê serokê YNK’ê Bafil Talebanî ve hat pêşkêşkirin.

Bafil Talebanî: Bila sala bê xelata Bile pêşkêşî şehîd Şervan Kobanî bê kirin

Bafil Talebanî pêşniyar kir ku sala bê xelata Bile pêşkêşî Şehîd Şervan Kobanî bê kirin.

Talebanî got:

‘Wê ev peyam piştgiriyek be ji bo xwişk û birayên me li Sûriye û peyameke ji bo neyar û xiyanetkaran.”

Dr. Hemî: Ez vê xelatê diyar şehîd û têkoşerên Rojava dikim

Dr. Hemî bijîşkê yekemîn ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku xelata Bile werdigire.

Back to top button