Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê nasnameya şehîd Narvîn eşkere kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Şehîd Narvîn bi merasîmeke girseyî ji aliyê xelkê Qamişlo ve hate oxirkirin.
Piştî ragihandina nasnameyê, cenazeyê şervana YPJ’ê bi merasîmekî girseyî li Qamişlo hate oxirkirin.
Di merasîmê, de li ser navê hêzên leşkerî Mihemed Sofî axivî û got:
Emê li hemberî hemû êrîş, nokarî û xayintiyê têkoşîna xwe bidomînin.
Bavê Şehîd Narvîn Hogir Mihemed Sîrac jî destnîşan kir ku ew bi zaroka xwe serbilind in û dê rêya wan bişopînin.
Piştire wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.



