Li kantona Cizîr, Reqa û Efrîn-Şehbayê êrişên Tirkiyê hatin şermezrkirin

Bertekên gel û bangên têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Li Şedadê, Reqa û Şehbayê bi çalakiyan berxwedaniya gerîla ya parastina Başûrê Kurdistanê hate silavkirin.

Xelkê Şedadê bi meşekê berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ji bo parastina xaka Başûr û Iraqê silav kirin.

Gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bihêrs bûn.

Endama rêvebera Kongra Star a navçeya Erîşa Hena El Sehal êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin.

Hena El Sehal banga bidawîkirina van êrişên li dijî qanûnên navneteweyî ne, kir.

Endamê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Uwde El Hisên jî got:

“Armanca dagirkeriyê ji van êrişan, têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê ye.

Dixwaze serdema Osmaniya nû vejîn bike.

Uwde El Hisên daxuyakirin ku heta dawiyê ew ê piştevaniya gerîlayên destanan dinivîsin bikin.

Têkildarî mijarê, bi diruşma ‘Dê azadî bi Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve û na ji dagirkeriyê re’ Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser berxwedana gerîla û rola ciwanan li hember êrişan hat pêşkêşkirin.

Partiyên siyasî yên li kantona Efrîn û Şehba li navçeya Ehdasê der barê şermezarkirina êrişan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dawîn ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê tolhildana têkçûyîna wê di hilbijartinên şaredariyan de ye .

Her wiha hate gotin, ev êriş rûyê rasteqîn a PDK’ê û tevkariya wê bi dagirkeriyê re nîşan dide.

Partiyan di dawiyê de, anîn ziman ku divê li hember van êrişan were sekinandin û bang li gelê Iraqê hat kirin ku li hember dagirkeriya Tirkiyê raweste.

Back to top button