Dayikên Aştiyê yên Minbicê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocalan şermezar kirin û banga girtina agahiyekê derbarê rewaş wî de kirin.
Dayikên Aştiyê yên Minbicê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku tecrîda li dijî rêber Apo bi komploya Navneteweyî re destpêkir û heta niha dewam dike û wiha gotin:
Dewleta Tirk a dagirker heta niha tecrîdeke hişk li ser rêber Apo ferz dike û wî ji hemû mafan bê par dihêle.
Bi van binpêkirina dixwaze di kesayeta rêber Apo de îradeya gel bişkîne.
Dayikên aştiyê berxwedana rêber Apo ya li girtîgehê silav kirin û gotin,
Tevî ku bi her awayî êrîşî vîn û îradeya wî hat kirin heta niha berxwedaneke dîrokî dide meşandin.
Bi vê berxwedanê hemû pilanên dagikeran vala derxist.
Dayikan di dawiya daxuyiniya xwe de bang li rêxistinên Mirovî û Navneteweyî kir ku ku erka xwe bi cih bînin û gavên cidî bavêjin..